Episodios

  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê 15î Tîrmeha 2025
    Jul 15 2025
    Di bûletena nûçeyên îro de: Anthony Albanese li Pekînê beşdarî civîneke karsaziyê ya bi Serokwezîr Li Qiang re dibe ... Rawestandina kartên debît û krediyê li Australya hate ragihandin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
    Más Menos
    6 m
  • Guhdare podcasta bernameya SBS Kurdî bike
    Jul 15 2025
    Guhdare tevahiya bernameya SBS Kurdî ya 10/07/2025 e rengîn û balkêş bike. Nûçe, hevpeyvîn, raporên ji Amed û Hewlêre û babetên cur bi cur tê de hene.
    Más Menos
    55 m
  • "Becoming a beauty therapist has been my dream since I was young" - "Ji zarokatiya min de xewna min bû ku bibim terapîsta bedewiyê"
    Jul 15 2025
    Jehan Khodedah has lived in Australia since 2016, arriving in Wagga Wagga with her family at the age of fourteen. From a young age, Jehan has been passionate about beauty and has always aspired to become a beauty therapist. That dream has now become a reality—Jehan has proudly opened her own beauty business in Wagga Wagga, turning her lifelong passion into a thriving career. - Cîhan Xudêdeh ji sala 2016an vir ve li Australya dijî û di çardeh saliya xwe de bi malbata xwe re gihîştiye Wagga Wagga. Ji temenê ciwaniyê ve, Cîhan ji bedewiyê hez dikir û her tim dixwest saloneke bedewiyê hebe. Ev xewn niha bûye rastî - Cîhan bi serbilindî karsaziya xwe ya bedewiyê li Wagga Wagga vekiriye û evîna xwe ya jiyanê veguherandiye kariyerek geş.
    Más Menos
    8 m
  • Kurte Nûçeyên roja Înî 11î Tîrmeha 2025
    Jul 11 2025
    Di bûletena nûçeyan de: Serokwezîr amadekariyan serdaneke li ser bazirganiyê bo Çînê dike... Xem hene ku hin tedbîr di planeke nû ya dijî-Cihûyan de dikare azadiya ramanê asteng bike.. Û di piskilêtvaniyê de, Ben Healy yê Îrlandî qonaxa şeşemîn a Tour de France qezenc kir, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
    Más Menos
    4 m
  • Pevçûn derbarê zeviyê de di navbera du eşîran de çê dibe
    Jul 11 2025
    Piştî hewldana girtinê ya têkildarî nakokiyeke domdar a zeviyê, roja Sêşemê li rojavayê parêzgeha Hewlêrê di navbera hêzên ewlehiya Herêma Kurdistanê û alîgirên kesayetekî eşîrî de pevçûnên dijwar derketin. Zêdetir derbarê vê babetê di naveroka raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
    Más Menos
    10 m
  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 10î Tîrmeha 2025
    Jul 10 2025
    Di vê bûletene de: Hukûmeta Federal pêşniyarên ji planeke girîng ji bo çareserkirina antîsemîtîzmê dinirxîne... Hin raport dibêjin DYA dê şertên ji bo Australya biguherîne da ku binavberên AUKUS garantî bike... Û di tenîsê de... Novak Djokovic dikeve xwarê, lê ji bo cîhekî di nîvfînalên Wimbledon de xwe amade dike, w nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
    Más Menos
    10 m
  • Rêberê PKKê dibêje şerê çekdarî li dijî Tirkiyê bi dawî bû
    Jul 10 2025
    Rêberê Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Abdullah Ocalan, ku niha di girtîgehê de ye, roja Çarşemê di vîdyoyekê de li ser înternetê xuya bû û ragihand ku têkoşîna çekdarî ya PKKê li dijî Tirkiyê bi dawî hatiye û daxwaza veguherîneke bi tevahî bo siyaseta demokratîk dike. Em derbarê vê mijarê bi nûçegîhana SBS Kurdî Hatice Kamer re diaxafin.
    Más Menos
    10 m
  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 9î Tîrmeha 2025
    Jul 9 2025
    Di bûletena nûçeyên îro de: Sektora enerjiya nûjen dibêje Australya xwedî derfeta karsazî û bazirganiya jiyanê ye... Rizgarbûyên vê bûyerê 30 saliya yekane-qirkirina pejirandî ya Ewropayê ji Şerê Cîhanê yê Duyemîn vir ve bi bîr tînin, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
    Más Menos
    5 m